ROJEVA 4’Ê MIJDAR 2017’AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Mijdar 2017

-Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dusseldorfê meşeke navendî ya Ewropayê tê kirin.

-Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiyeke rûniştine heye û otûbûsa Ocalan li Ewropayê digere. Ev du çalakî wê werin şopandin.

-Operasyona Bagera Cizîrê ya Dêrazorê û geşedanên pê ve têkidlar wê werin şopandin.

-Wê çalakiya li Amed û Stenbolê ya xizmên windayan werin şopandin.

-Çalakiyê salvegra darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya bi ser HDP’ê de werin şopandin.

-Alîkarê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir li paş krîza aborî ya ku her ku diçe giran dibe polîtîkayên bi navenda şer ên AKP’ê hene.

-Darbeya 4’ê Mijdarê ku tasfiyekirina HDP’ê dayî ber xwe, salek li pey xwe hişti. Hê jî 9 wekîl rehîn in. Ji bo 55 wekîlî 18 miebetên girankirî û 3 hezar û 126 sal ceza tê xwestin.

-Dîrokê dema ku 26’ê Çile ya 215’an nîşan dayî li Kaniya Kurdan û Miştenûrê alayên YPG’ê piştî berxwedana 134 rojan dîsa li ba dibûn. Piştî berxwedana bê navbera a pêhempa Kobanê êdî azad bibû. Bi vegotina fermandara YPJ’ê Narîn Efrîn, berxwedana Kobanê.

-Gerîlaya YJA Starê Arazad, ‘’Li van çiyan ez hînî meşê bûm, hînî axaftinê bûm, hîn bûm ku peyva dayik tê çi wateyê, hînî têkoşînê bûm, hînî berxwedanê bûm û hêviya xwe zindî bihêlim.’’

-Doktorên ku tayina wan ji bo Colemêrgê derdikeve bi giştî li Nexweşxaneyên Leşkerî yê Colemêrgê kar dikin. Li van deran welatî nayên tedawîkirin.