ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Saziyên perwerdeyê yên Bakurê Sûriyeyê ku di nava şer de ji nû ve hatine avakirin, bi perwerdeya xwe ya bê pere û bê ezmûn li Rojhilata Navîn mohra xwe datînin binê rewşeke nû.

- Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û endama Jinên Ciwan ên Azad Bermal Botan jib o meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.

- Gerîlayên ku li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê têdikoşin, dan xuyakirin ku wê teqez hesab ji dagirkeran û nokeran bipirsin.

- Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak diyar kir ku rejîma Îranê bi polîtîkaya birçîbûnê dixwaze gelê herêmê terbiye bike û got: “Ev ne tenê serhildanên xîzanî û birçîbûnê. Ev daxwaza demokratîkbûna Îranê ye.”

- Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, 6'ê Çileyê ji bo hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Elman Sîgmar Gabrîel re pêk bîne tê Elmanyayê.