ROJEVA 31'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Ji beşdarên 18. Civata Giştî ya KNK'ê endama YNK'ê Bilêse Cebar Ferman û nûnerê Kurdên Zerdeştî Pîr Lokman gotin, ji bo azadiya Kurdistanê divê hemû partiyên Kurd li cihekî hevpar li hev bicivin.

- Şervanên QSD'ê li herêma Dêra Zorê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên hefteyên dawî şikandin û bi çekên giran li çeperên çeteyan dixin.

- Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê got, divê rewşa girtiyên nexweş ne li gorî bi mewzûata siyasî ya jî bazariya siyasî bê nirxandin, pêwîste nêzîkatiyeke wijdanî û însanî were nîşandan.

- Kêm mane ku arkeolog sira bajarê antîk Duluk ê bi 10 kîlometreyan dûrî Dîlokê ye, eşkere bikin. Li vî bajarê antîk ê 2500 salî, hemameke mezin a ku dişibe avahiyên vê serdemê û bazîlîka ji serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê hatin dîtin.

- Jinên li Ceyhanê xwedî li çanda tenûrê derdikevin.