ROJEVA 31'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2019'an.
-Çalakiyên ji bo rewaşa tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Îro wê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî pêk werin.
- Hacer Xelîl a girtî ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, "Em mîna roja destpêkê bi biryar in. Berxwedana me wê me bi ser bixîne."
- Hunermend û siyasetmedaran li dijî faşîzma bloka AKP-MHP'ê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên xwecihî û bang li her kesî kirin ku xwedî li dengê xwe derkevin.
- Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û namzetên hevşaredariyê Hiar Osal û Nûrcan Alturk bang li Şirnexiyan kirin ku roja Yekşemê xwedî li sindoqan derkevin.
- NAV-DEM'ê xwest, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê bê qebûlkirin û ji bo çalakiyên rûniştinê yên li bajarê Strasbourg ê Fransayê û paytexta Elmanya Berlînê banga tevlîbûnê kir.