ROJEVA 30'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê îro dest bi rojiya mirinê dikin. Bûyerên li ser rojiya mirinê wê werin şopandin.

- Dûran Kalkan: Ji bo xwîn bêhtir nerije, ji bo rastiyê bibînin û çareseriyeke maqûl qebûl bikin, grevên birçîbûnê peyamek e. Lê belê şeş meh derbas bûn. Peyam rast fêhm nekirin. Gerîla dikeve nava liv û tevgerê. Rêyeke din nemaye. Wê bi zimanê jê fêhm dikin bê axaftin.

- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli got, "Em ê hêviyê bi gelê xwe re mezin bikin. Em ê birînên gelê xwe yê li Sûrê bi hev re bipêç in."

- Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê peyamek weşandin û gotin, "Di 1'ê Gulanê de divê her kes daxwaza azadiya Serok Apo bi hemû gelan re biqîrin."

- Hazal Yildirim ku kurê wê 61 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir, zarokên wan bi biryardarî li ber xwe didin û divê êdî dawî li bêdengiyê bê anîn.

- Hejmara 170'î ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Hejmara meha Gulanê giranî da ser çalakiyên greva birçîbûnê.