ROJEVA 30'Ê GULANA 2020'AN

Li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Aborîzan Alp Altinors şewbê îflasa modernîteya kapitalîst raxist ber çavan û got: “Niha divê hê bi hêztir parêzvanên modernîteya demokratîk û sosyalîst derkevin ser dikê.”

-Alîkarê Hevserokê HDP'ê Salim Kaplan got hişmendiya qeyûm li Kurdistanê nikare bi ser bikeve.

-Gerilayê YJA-Starê diyar kirin hêza şer a jinê bêsînor e û gotin, ''Em hêzên YJA Starê em bi felsefeya Rêbertiya xwe têkoşîna xwe xurt dikin. Divê jin bi xwe bawer bin.''

-Xizmên windayan weke her şemiyê vê îro jî wê ji bo windayan çalakiyan bikin 

-Li gorî lêkolîneke ku li Fransayê hatî kirin, bi bandora sînordarkirinên derketina derve ya ji ber Covîd-19'ê mirina ji ber sekinandin a dil du caran li ya berê zêdetir bûye.

-Li gerestêrkeke li derveyî Pergal Rojê, ku tenê 4 salên tîrêjê dûrî cihanê ye, tê texmînkirin ku şiliyeke weke avê heye.

-Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ew ê dawî li cihêkariya bazirganî ya li gel Hong Kongê bîne.