ROJEVA 30'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Cotmeha 2018an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Nobeda li Strasboûrgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji çar kesan a ji bajarê Montpellîer ê Fransayê ye.

- Hevserokê KNK'ê Reşîd diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên navbera partiyên Kurdistanî wezîfeya wan a herî mezin e û got, "Ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî em ê têkoşîneke xurtir bikin."

- Ocalan beriya bi dehan salan wiha gotibû, "Dibe ku sibe rabin serokê şaredariyan tasfiye bikin, wekîliya parlamenteran betal bikin û li vir jî hîn bi dijwarî êrîş bikin. Dijberê xwe nas bikin, bê rehm e."

- 'Komîsyona têkoşîna li dijî HDP'ê ku ji aliyê Walîtiya Tirk a li Wanê ve ji leşker, cerdevan û mamosteyan hatiye avakirin, dest bi karê ji bo hilbijartinê kir.

- Hejmara 164'an a rojnameya jinê Newaya Jin derket. Rojname ji sala 2005'an û vir ve mehan bi rêk û pêk li Ewropayê tê weşandin.

- Wezîrê Aboriyê yê Elman Altmaîer ku hefteya bihurî serdana Enqereyê kir, eşkere bû ku di rojeva wî de îhaleyên bikevin destê Sîemensê hebûn. Sîemensê karê nûkirina sîstema enerjiyê ya Stenbolê ku buhayê wê 1,5 milya Euro ye, stend.