ROJEVA 30'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Adara 2020'an.
Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah diyar kir, dewleta Tirk milyonek mirovî tî dihêle û bi vî rengî pêwîstiyên bingehîn mîna çekekê bi kar tîne, lewma sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Hevserê parlamentera berê ya HDP'ê Gulser Yildirim Dr. Kamûran Yildirim diyar kir ku Covîd-19 ji bo girtiyên siyasî rîskek mezin e û got, "Eger wan li wir bihêlin, wê girtîgeh veguherin qada mirinê."
Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku têkildarî mafê jiyanê berpiryariyên dewletê hene û got, "Ji bo parastina jiyana mirovan dewlet divê tevdîrên pêwîst werbigire."
Şanoya Sarya Baran ku koma destpêkê ya şano ya jin e ku di nava Kewana Zêrîn de ava bûye, hewl dide bibe gavek nû ji bo şanoya Kurd. Lîstikvan û derhênera komê Sarya Golan diyar kir ku ew dixwazin lîstikvan û derhênerên jin biafirînin.
Pandemiya Covîd-19 heta şeva Yekşemê bû sedema mirina 33 hezar û 500 kesî.
Piştî ku pandemiya vîrûsa korona ya nû Covîd-19 meha Kanûnê li Çînê derkete holê, bi gotin û navên cuda dikeve rojevê.