ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Êzidiyên ku heta niha timî ferman li wan rabûn, fermana mezin a herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de li gel xiyanetê dîtin. Şengal a ku ji aliyê Derwêş û Edûlê yên hemdem ve tê parastin, bi rêxistinbûnê bersiv da ferman û xiyanetê.

Ji Êzidiyên Tirbespiyê Faris Şemo, ku Êzidiyên ji ber êrişa DAÎŞ'ê xwe li Rojava girtin pêşwazî kir, anî ziman ku wê timî minetdarê HPG'ê û YPG'ê bin.

Hejmara meha Tebaxê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "rêxistinbûna me temînata me ye" derket.

Xwezî zimanê dilê hevrêtiyê hebûya ku karîbûya qala te kiribûya. Xwezî çîrokbêjek bûma ku karîbûma ji çavên zarokên Kurdistanî re qala te bikira.

Peykertiraş Erdal Tut bi hunera destan giyanê dide kevir, ax û daran. Tut dibêje, kesê vî karî bike divê ji karê xwe hez bike û sebra xwe zêde be û got: "Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî ez ê çi çawa çêkim di hişê xwe de zindî dikim."

Ji bo roja bîranîna qirkirina Sîntî û Romaniyan ku li kampa komkirinê ya Naziyan Aûschwîtzê hatin qetilkirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin.