ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Tîrmeha 2020'an.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin, wê bê şopandin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera yekemîn a şehadeta wî de Diyar Xerîb Mûhammed bi bîr anî û diyar kir, "Hevrê Helmet, xeta PKK'ê û karên şoreşê yên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît."

Hestiyên lîderên berxwedana Cezayîr ku di sedsala 19'an de li dijî mêtingeriyê têkoşiyan û hatin qetilkirin, îro radestî welatê wan tên kirin.

Li gorî lêkolînan, ji bo pêşîgirtina li cûreyên cuda yên kanserê, bi taybetî divê hin madeyên xurek û vexwarinê neyên bikaranîn.