ROJEVA 3'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bênşopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, motîvasyona DAÎŞ'iyên li kampa Holê zêde kir. Rêxistiniya bi navê 'El Hîsbe' ya li kampê hatiye avakirin, di nava 8 mehan de 26 kesên li ber rêxistinê rabûn înfaz kirin.

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir, ku Kurd û gelên Îranê hemû dixwazin destûra bingehîn û hikumet, di bingehê de jî sîstem bê guhertin. Vejîn bal kişand ser rola pêşengiyê ya Kurdan û işaret bi girîngiya çareseriya demokratîk kir.

Hevseroka Şaxê Wanê ya TUHAY-DER'ê Kûdret Temel diyar kir, bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşî li aştiya li Tirkiyeyê tê girtin.

Li Çînê, bajarê Wenzhoû ku bi 800 kîlometreyî dûrî navenda şewba vîrûsê Wûhanê ye, ji ber vîrûsê xistin karantînayê.