ROJEVA 3'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên wê bên şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

- Yek ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê Ardil Çeşme diyar kir, berxwedana wan dewama 14'ê Tîrmehê ye û got, "Me wezîfeya xwe bi cih anîn, dor niha ya we ye."

- Huseyîn Yildiz ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 104 roj in li Den Haagê di greva birçîbûnê de ye got, "Min xwest bibim bersiv ji vê pêvajoya dîrokî re û kêfxweş im ku niha di nava berxwedaneke bi vî rengî de me."

- Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, Huseyîn Poyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anî.

- Seroka Navenda Olof Palme ya Navneteweyî Anna Sundstrom destnîşan kir, daxwaza girtiyên ij bo bidawîbûna tecrîdê ketine greva birçîbûnê rewa û qanûnî ye.

- Endama rêveberiya Kongreya Star Hediye Yûsûf bal kişand ser dîwarê li nava Efrînê tê lêkkirin û got, dewleta Tirk dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, tevlî xaka xwe bike û hebûna xwe lê rewa bike.

- Eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê wê li bajarê Eyn Îsayê li hev bicivin û rewşa siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî ya herêmê, her wiha diyaloga navbera eşîran binirxînin.

- Piştî Brîtanya û gelek welatên dinyayê, bajarê Konstanz ê Elmanyayê jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand.

- Dadgeha Munchenê, ji ber ku wêneyê Ocalan di dema protestokirina tecrîdê de bilind kir, 1200 Euro cezayê pere li aktîvîsta Kurd Zubeyde Akmeşe birî. Akmeşe jî diyar kir ku wê her tim daxwaza azadiya Ocalan bike.