ROJEVA 3'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan 3'ê Adara 2018'an

-Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAIŞ'ê wê bên şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.

-'Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ş, gelek navendên Ewropa wê bi çalakiyên girseyî were protestokirin.

- Sabîha Şaban ku ji ber êrîşên çeteyên Tirk ji Şehbayê reviya û xwe li Efrînê girt, kalikê wê li dijî Osmaniyan şer kiribû, ew û neviyên wê jî li dijî TC’ê li ber xwe didin.

-Ji bo ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan werin dariznadin li Parisê Dadgeha Gel a Mayinde tê avakirin. Dadgeha ku rêxistinên hiqûqê yên navnetewî pêşengiya dadgehê dikin wê ji hêla 7 dadgeran ve were rêvebirin.  Dadgeh ku gelek kes şahidiyê jê re dike bang li hikûmeta Tirk kir da ku parastina xwe bike.

- Li Efînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ku sivîlan dikine hedef jin serî li HPC-Jinê didin, perwerdehiya çekê distînin û çê radikin.

- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan ê KCK’ê Savaş Nurhak derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re axivî û got, ‘’Civaka exlaqî û polîtîk bi mohra jinê ye. Heke wê jiyaneke watedar hebe ev ê tenê bi jinê bibe.’’

- Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) xelata sala 8’an a Clara Zetkîn dae Dr. Krîstîna Hanel, Xelata Projeyê jî dane Tevgera Jinên Azad ên Êzîdî yên Ewropayê (TAJÊ-E)