ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Malazgîrt: Armanca me ya sala 2018'an ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li hemû parçeyan têk bibin û destketiyên li her çar parçeyan biparêzin. Û azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd e.
- Şervanê YPG'yî yê ji Kirmaşanê Şaho, li Dêra Zorê di bêhnvedana êvarê ya şerê giran de bi Soranî distirê. Ji mezinahiya şoreşê bawer e, Kirmaşan jî hêviya wî mezin dike.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar, biryarnameya dawî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nirxand û got, "Divê jin û ciwanên Kurd bi pêşengiya vê pêvajoyê rabin û zindan bi tenê neyên hiştin."
- Li Heremên Parastinê yên tenê şer nîn e, di wan çiyan de li gel hemû êrîşan tevgerek, lêkolînek û afirînêrî xwe dide pêş. Pirtûkên nû ji Akademiya Zanist û Civakê ya Abdullah Ocalan derketin.