ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bal kişand ser kiryarên rejîma Erdogan û got, "Bi saya Erdogan Kurdan dewleta TC'ê baştir nas kirin."

- Ronak Rojhilat ku di nava KJAR Ewropayê de ye, dayikeke Kurd a du zarokan e ku ji zindanên Îranê heta Ewropayê kar kiriye. Li gel biryardarî û israra ji bo têkoşînê balê dikişîne ser girîngiya naskirina mêtingeriyê.

- Çûka Gabelek zanyarekî Nazî ji Elmanyayê gihand Colemêrgê. Li gel guhertina avhewayê, şer, bendav û bajarvaniyê jî çûkeke rengîn e ku hîn jî li Kurdistanê ye.

- Dema destpêkirina êrîşên qirkirinê yên li Şengalê 3'ê Tebaxê di salvegera pêncan de weke 'Roja çalakiyê ya li dijî qirkirina jinê' hate ragihandin. Çalakî wê li gelemperiya Elmanyayê saet 11:00 bi rêzgirtinê dest pê bikin.

- Li gorî bloga bi navê Retraction Watch ku ji bo şopandina gotarên zanistî ava bûye, her sal derdora 1400 gotarên zanistî ji ber ku li krîteran nayên tên vegerandin.

- Li gorî lêkolîneke fezayî ya Emerîkî, li Heyvê ku peyka Dinyayê ye ji texmînan bêhtir av heye.