ROJEVA 29'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi komeke nû ya ji bajarê Hamburg ê Elmanyayê didome.
- HDP wê di 1'ê Gulanê de bi 7 hezar xavikên spî 7 hezar kesên di greva birçîbûnê de ne temsîl bike. HDP'ê bang li her kesî kir ku 1'ê Gulanê li qada Pazarê ya Bakirkoyê bin.
- Rêwîtiya gerîlatiyê ya Robîn Mîdyat (Perîhan Akan) li Mêrdînê dest pê kir, li Behdînan, Zagrosan, Cîlo, Çarçella heta Gabarê dewam kir û li Mêrdînê bi dawî bû.
- Ocalan got, "Di nava PKK'ê de çar şêweyên zewacê pêkane" û taybetmendiya van jî bi rengê; welatparêzî, partîbûn, şervanî û rêbertî/milîtaniyê anî ziman. Ocalan ji vê jî wêdetir got, "Destpêkê bibin hevrê. Hestên milkiyetê mirovan bi paş ve dibe."