ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Hezîrana 2020'an.

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got, "Mûxatabê yekane Birêz Ocalan e."

Serokê Parlamenta Mercosûrê (Parlasûr) Oscar Alberto Laborde êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û bang li sazî û civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî, li ser kampanya 'Têkoşîna jinan li her derê ye' axivî, ku 10'ê Hezîranê dest pê kir. Fîgen Ektî got, "Têkoşîna me ya li dijî zext û tundiya li jinê wê ji niha û pê ve jî bênavber bidome."

Ji fermandarên HPG'ê Rizgar Ersî diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftenînê bêçare maye û li gel teknîka xwe jî nikare bi ser bikeve.

Li ser sînorê Wan-Îranê di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd bi hinceta 'qaçaxçî' ne hatin kuştin. Lê li heman herêmê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve hatin derbaskirin.

Komele û saziyên Asûrî-Suryanî-Keldaniyan ên li Swêdê têkildarî kuştina Palme, ji Swêdê xwestin ku ji ber sûcdariyên neheq lêborînê ji Kurdan û koçberan bixwaze.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Serokkomariyê yên Polonyayê, nîşan didin ku hilbijartin wê ji tûra duyemîn re bimîne. Dûda 42 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 31 ji sedî yê dengan wergirt.