ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan we werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û bûyerên di vê derbarê de wê bên şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, wê were şopandin.

- 'Nobeda Azadiyê' ku hevserokên pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve ji bo azadiya Ocalan tê girtin, 4 roj in dewam dike.

- Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan ji bo çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) got, çalakiyeke jiyana nemir e.

- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen işaret bi encamên ne rewa yên hilbijartinê kir û got, tevî vê yekê jî divê mirov bê hêvî nebin.

- Rêxistina îstîxbaratê ya Awûstûryayê ragihand, dewleta Tirk bi rêya civaka Tirk a li Awûstûryayê tevlî karê navxweyî yê wan dibe. Serokê rêxistina îstîxbaratê Grîdlîng ji Tirkiyeyê xwest ku dest ji karên sîxurkirinê yên li welatê wan berde.