ROJEVA 29'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel got, "Em di pîvanên xwe de bi israr in. Di pîvanên bingehîn de bi Kiliçdaroglû re nakokiyên me çênebûn. Ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên dîrokî pêwîstî bi gavên bi wêrek heye."

- Hevseroka PJAK'ê Vejîn destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û partiya wan e û got, "Partiya me jî di 4'ê Nîsanê de ava bû. Ev yek têkoşîna me hîn bi wate dike."

- Serokê Parlamenta Eyaleta Viyanayê Ernst Woller beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Viyanayê bû û destnîşan kir ku ew serbilind e ji ber ku bi Kurdan re ye.

- Lehengekî din ê kolanên berxwedanê şervanê Fars Emîr Qûbadî ye. Piştî ku ji bo Kobanê banga seferberiyê hate kirin di Cotmeha 2014'an de ji Rûsyayê bi rê ket û got, "Heta ku Kobanê azad bibe ez li vê derê me." Nesekinî, şer kir heta ku şehîd bikeve.