ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Çend ji nûçeyên sereke yên 28'ê Tîrmeha 2019'an.

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê sûcên şer dikin û xwezayê talan dikin. Li Mabetayê gundî hatin revandin, li Bilbilê dar hatin birîn.

- Aktîvîsta 16 salî Greta Thunberg ku bi çalakiya xwe ya li ber Parlamenta Swêdê ya ji bo parastina avhewayê li dinyayê deng veda, di betlaneya havînê de jî tevî hevalên xwe çalakiya xwe didomîne.

- Hate ragihandin ku di navbera hikumeta Efgan û Tevgera Talîbanê de wê di nava du hefteyên bê de hevdîtinên yekser pêk werin.

- Germahiya zêde ya li Ewropayê berê xwe da welatên bakur. Li hin herêman 'şevên tropîkal' rû dan.

- Nebatên parazît ji bo karibin baştir êrîş bikin destpêkê agahiyên genetîk ên qurbaniyên xwe didize. Ev yek rewşeke nû nîne. Zêdeyî 30 milyon sal in hackeriyê dike.