ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Mijdara 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku PKK bi têkoşîna azadiyê ya gelan ku pêşengiyê jê re dike, êdî bûye xwedî karaktereke gerdûnî û got, ev rastî wê di sala 42'an a têkoşînê de bêhtir xurt bibe.

Gerîlayên HPG û YJA Starê der barê salvegera damezrandina PKK'ê axivîn.

Hunermend Azad Bedran diyar kir muzîk neynîka civakê, mejiyê hunerê ye û got: “Dema mirov hestên xwe yên nikarin bînin ziman bi rêya muzîkê vedibêjin. Çawan ax ji avê re, pel ji darê re, roj ji şevê re ji bo gelan jî muzîk jiyan e. Muzîk mirovan azad dike û bi xwe re aştiyê tîne. Çand û huner ji bo gelên mazlûm û bindest çekek herî mezin e. Muzîk serî hildane û parastina mafan e.”