ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan we werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û bûyerên di vê derbarê de wê bên şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, wê were şopandin.

- A.X. ê ji Efrînê ji bo dîtina mala xwe, gundê xwe û ji bo mayinê çû Efrînê, lê belê nekarî bimîne. A.X. ji bo dagirkeran got, "Heta ku ew li wir bin, tiştên min ne yên min e."

- Tevî zext, zordarî û hîleyan jî şêniyên Qerqeliyê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi rêjeya 85 ji sedî dengê xwe dan HDP'ê û xwedî li vîna xwe derket.

- Gerîla Sema dema ku destê xwe yê rastê winda kir, giranî da ser destê xwe yê çepê û bi ser ket. Serweriya derûnî birînên fîzîkî dikewîne.

- Endama heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê parlamentera Elman Tabea Rossner ku ji bo şopandina hilbijartinên 24'ê Hezîranê çû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê got, "Me dît ku ji gelek aliyan ve ne hilbijartineke adîl e."