ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Mijdara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Mijdara 2019'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji 7 heta 70 salî divê civak şervan be, xwe biparêze û got, "Divê jiyana me ya aborî, civakî û çandî li ser bingeha xweparastinê be. Em ê xwe li ser bingeha îdeolojîk, siyasî, leşkerî perwerde bikin, bi rêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê pêk bînin û bêyî li benda kesî bimînin em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm, bajarê xwe biparêzin. Eger pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û fedakariyê bikin."
KJK'ê der barê salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, "Têkoşîna me ya azadiya jinê wê weke xeta bingehîn a PKK'ê li Rojhilata Navîn mezin bibe. PKK ku partiyeke jinan e ruhê azadiyê li tevahiya dinyayê belav dike."
Jinwar gundekî awarte ye ku di nava şert û mercên şer de ava bûye. Yek ji rayedaran dibêje, "Projeyeke pîroz e". Mîna destketiyên şoreşa Rojava hemûyan Jinwar jî di nava metirsiya gefa dewleta Tirk de ye.
Yek ji 12 hunermendên ku hefteya derbasbûyî li ber Parlamenta Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin Taha Salî got, "Ez bi hunera xwe hewl didim ji gelê xwe re bibim alîkar."
Hate ragihandin ku li Sûdanê 'Qanûna sûcên bê exlaq' hatiye rakirin ku 30 sal in dibe hinceta hovîtî û tundiya dewletê ya li dijî jinê.