ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Hezîrana 2020'an.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Em bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê dikin ku li dijî vê dewleta Tirk a hegonom û xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê geş bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Guzel, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a KCD'ê û destgirkirina siyasetmedarên Kurd da û got: “Ev êrîş encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber ku AKP-MHP dijminantiya Kurdan dike, hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin.”

Rojnamevanê Swêdî Olle Mînell ê ji roja yekem û vir ve kuştina Palme lêkolîn dike, diyar kir ku Polîsê Ewlekariya Swêdê (Sapo) ji bo cînayetê bixe stûyê PKK’ê berî çend mehan bi zanabûn raya giştî amade kiribû.

Wê aqûbeta Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê weke her rojê îro jî bê pirsîn.

Dêra Axtamara ya dîrokî ku li Girava Axtamara ya li ser Gola Wanê ye, beşê wê yên hundir ji ber ne nûjenkirinê tine dibe. Wêneyên li ser mîmariya dêrê ya hundirîn beşek mezin ê wê ji ber nenûjenkirinê dihilweşe.

Azmûna Saziyên Dibistana Bilind (YKS) ku 2 milyon û 433 hezar xwendekar wê bikevinê, li gel nerazîbûnan jî nehate betalkirin. Hikûmeta Tirk li ser jiyana bi milyonan xwendekar, ji ber talokeya vîrûsa koronayê talokeyê çêdike.

Lîderê Rûsya Pûtîn ê li gel Serokkomarê Fransa Macron civiya, ragihandin ku di serî de li ser Lîbya û gelek mijaran amadene ku xebatên hevpar bikin.