ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan we werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û bûyerên di vê derbarê de wê bên şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, wê were şopandin.

- Gelê Başûrê Kurdistanê destnîşan dike ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û dibêje, "Berdêla xwe canê me jî be em ê cih û warê xwe biparêzin."

- Zêdebûna êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê, bandoreke neyînî li jiyana sivîlên li herêmê dike. Artêşa Tirk dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike.

- Yek ji parlamenterên Amedê yên HDP'yî Semra Guzel diyar kir ku wê li meclîsê daxwazên gelê Kurd derxînin pêş û got, "Armanca sereke ya gelê me, rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî ye."