ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Ji Parêzerên Baroya Colemêrgê Onûr Duşunmez diyar kir, partiya ku dixweze dengên netewperestan bidest bixe, xwestiye ku HDP’ê ku wek partiya rikarberê xwe dibîne bigre û di wê mijarê de şîret li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye.

Wekîla HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku ji bo aktîfkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê wê têkoşînê bidomînin û got: “Ji bo me jinan payman rastiya xwe diparêz e.”

Xelkê Mexmûrê ku 18’ê Kanûna 2020’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, ew 100 rojin ku li ber xwe didin.

Wekîlê berê yê HDP’ê Ferhat Encû û Parlemeterê TÎP’ê Erkan Baş ên diyar kir ku desthilat nikare têkoşîna gelê Kurd asteng bike, bal kişand ku qadên Newrozê bersiva pêwîst da doza girtinê.

Şopandina çalakiya Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan.