ROJEVA 27'Ê ADARA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan wê bên şopandin.

- Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Newroz Uysal got, rapora ku CPT piştî 2 salan eşkere kir kêm e û diyar kir ,ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li Tirkiyeyê bike.

- Wê li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşma "NATO hevparê sûcê Erdoğan ê li Efrînê ye" meşek bê lidarxistin.

- Tenê vê hefteya dawî 3 karkerên înşaetê yên ji Wanê jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara karkerên înşaetê yên Wanê ku di nava salekê de li ser kar jiyana xwe ji dest dane bû 20.

- Piştî ku Erdoğan xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê kir hedef, operasyonên ji bo binçavkirina xwendekaran zêde bûn. Xwendekarên dijberên şer dibêjin, tevî êrîşan jî wê serê xwe netewînin.

- Meha Sibatê 2 xwepêşandanên ji aliyê NAV-DEM'ê ve li Köln û Düsseldorfê hatin organîzekirin bi rengekî kêfî hatibûn qedexekirin. Parêzerên NAV-DEM'ê mijar birin ber destê dadgeriyê.