ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Çend ji nûçeyên ku di nava rojê de biqewimin.

-Em bi Dr. Kendal Amanos re li ser pergala tendiristiyê ya li çiyê û pêvajoya tedawiyê axivîn.

-Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava helwestê diyar bike organîzasyonên siyasî yên Kurd û derdoran tîne cem hev.

-Demboriyeke dirêj a Mehmet Emîn Ozkan heye, lê îfadeyeke xembar a 23’ê salî heye.Bi kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydin tê sûcdarkirin. Çîrok wiha destpê nake. Dema ji bo kuştina Aydin li kujerekê digerin, Ozkan weke ‘qurban’ tê hilbijartin.

-Endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku di êrîşa hewayî ya rejîma Tirk de şehîd bûyî, şehîdên 21'ê Newrozê, şehîdên MLKP'ê li Atînayê, paytexta Yewnanîstanê hatin bibîranîn.

-Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser bacdanîna li ser xebatên qada dijîtal a Fransayê, ev tevdîr mîna ''ehmeqiya'' Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nirxand.