ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Gulana 2020'an.

Maske, dezenfektan, malzemeyên tenduristiyê bi destê penaberan nakevin. Nayê zanîn ku çend ji wan bi vîrûsê ketine, yan jî vîrûsê çiqasî bandor li wan kiriye.

Bûyerên li Zînî Wertê diqewimin parçeyeke ji plana giştî ye. Divê dest ji helwesta dorpêçkirina Zînî Wertê û qadên din ên gerîla bê berdan.

Gerîlayên YJA Starê polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk nirxandin û gotin, "Bi têkiliyeke xurt gel û gerîla bi hev ve girêdayî ne, ku ji hev nayên qutkirin. Em ji bo gelê xwe hatin vê derê. Haya gelên Kurdistanê jî ji vê rastiyê heye."

Li gorî lêkolîneke ku li Awûstralyayê hate kirin, şewata daristanan a ku par welat bir ber felaketeke mezin a ekolojîk, wê dema bê hîn bêhtir û demdirêj rû bidin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson yek ji wan kesan e ku ji ber derengmayina wergirtina tevdîrên li dijî Covîd-19 tê rexnekirin. Johnson diyar kir, qadên bazirganiyê hemû di 15'ê Hezîranê de dikarin dest bi kar bikin.

Felaketeke keştiyê ku çend roj berê li Derya Spî rû da, weke nîşaneya pêla nû ya koçberiya ji Efrîkayê ber bi Ewropayê tê dîtin.