ROJEVA 26'Ê ADARA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2018'an.
- Çalakî û xwepêşandanên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê yê li Wanê, di nava 15 salên dawî de 125 ciwanên Kurd bi îdîaya ku bi rengekî ne qanûnî ji sînor derbas bûne hatin kuştin. Lê belê penaberên ji herêmên cuda yên cîhanê tên bi hêsanî derbas dibin.
- Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ji bo meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê ku wê bi dirûşma "NATO hevparê sûcê Erdoğan ê li Efrînê ye" tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
- Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin didome. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên kurd e.