ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî êrîşên li Belçîkayê yên li ser çapemeniya Kurd têne lidarxistin wê bêne şopandin.

Partiya Çep a Ewropayê serdegirtina polîsan a li studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got, "Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li medya Kurd binpêkirina pîvanên hiqûqa Belçîka û Ewropayê ye. Divê rayedarên Belçîkî daxuyaniyê bidin."

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê dide û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve."

Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh diyar kir ku aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne û got, "Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike. Dibe hêvî."

Ji Rêveberiya Xweser Gulistan Elî anî ziman ku Kurdistan li ber çavê dewleta Tirk yek parçe ye, dixwaze Kurdan bi temamî tasfiye bike û got, PDK bi vî rengî nabîne û hevkariyê pê re dike.

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad got, "Eşkere ye ku dijminê me bi biryar in ku êrîş bikin. Em jî weke gelê Kurd divê li hemberî van êrîşan bi biryar bin."

Çavdêrên ku li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopandin, ragihandin ku hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirine û xwestin hilbijartin ji nû ve bêne kirin.