ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Mijdara 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê wê bên şopandin.

Nûnera Gştî ya Platforma 'Em ê kuştina jinan rawestînin' Gulsum Kav bal kişand ser girîngiya dema 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê û got, "Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê."

Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Jinan ên Destgîrkirî bi wesîleya 25'ê Mijdarê raporek weşand û ragihand ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin.

Li dinyayê her sal bi deh hezaran jin ji aliyê hevser an jî endamên malbata xwe ve tên qetilkirin û her sê jinan yek herî kêm carekê dibe hedefa tundiya zayendî.

Hevserokê PEN a Kurd Samî Tan û Hevseroka Med-Der’ê Mîne Karakaş diyar kirin ku zimanê Kurdî bi pişaftinek pir dijwar re rû bi rû ye û gotin ku divê malbat li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibin kirin.

Hate ragihandin ku li Yemenê piraniya wan zarok 250 hezar mirov ji ber birçîbûnê di nava metirsiya mirinê de ne.