ROJEVA 25'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Mijdara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Mijdara 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be.
- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk li ser salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê axivî û got, PKK a ku 40 sal in li ber xwe dide misogeriya paşeroja Kurdistanê ye.
- Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê wê çalakî bên lidarxistin.
- Endama Kongreya Star Hîva Erebo diyar kir, di dema rejîma Baasê de jin dibûn hedefa tundiya mêr û dewletê û got, Şoreşa Rojava bû hêviya hemû jinan.
- Ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cafer got, bi projeya Neteweya Demokratîk a li Rojava re hemû gel bûne xwedî maf û diyar kir, dewleta Tirk ji vê rewşê aciz e.
- Qedexeya li ser PKK'ê ku 26'ê Mijdara 1993'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê yê Elmanyayê Kanther ve hate ragihandin, dikeve sala 25'an. Dewleta Elman bi vê qedexeyê re hem zerar da demokrasiyê, hem jî hewl da berxwedana gelekî krîmînalîze bike. Li gorî hiqûqnasên Elman, bi qedexeyê re Kurd li derveyî pergalê hatine hiştin.
- Li Misrê 2 gorên nû ji serdema Fîrewn hatin dîtin. Gor li rojhilatê Çemê Nîlê li nêzî Geliyê Qralan ê li Lûxorê ne.