ROJEVA 25'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Gulana 2020'an.

KJAR'ê kongreya xwe ya 3'emîn li çiyayên Kurdistanê li dar xist. Di kongreyê de tundî û komkujiyên li dijî jinê hatin nirxandin û ji bo azadiya jinê biryarên bilindkirina têkoşînê hatin wergirtin.

KJAR'ê encamnameya kongreya xwe ya 3'emîn eşkere kir. Di encamnameyê de hate destnîşankirin, "Kongreya me ya 3'emîn tespîta wê yekê kiriye ku li gorî serdema şaristaniya demokratîk li ser bingeha ronakbîrî û şoreşeke zîhniyetê ya herêmê, bi guhertina demokratîk û xeta yekîtiyê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin."

Heta ku ambargo û dorpêçiya li ser Wargeha Mexmûrê bidome, wê pirsgirêkên têkildarî tenduristî û aboriya gel jî zêde bibin.

Bajarê ku destpêkê roj lê hiltê, bajarê rojê Îdir, ji ber ku li dijî bloka nîjadperestiyê ya AKP-MHP û ÎYÎ Partiyê, bloka gelan HDP tercîh kir, hate desteserkirin.

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, destgîrkirin û girtina siyasetmedar û aktîvîstên jin şermezar kir û diyar kir ku bi vê yekê re êriş li dijî têkoşîna jinan hatiye kirin.

Yek ji muzeyên navdar ên cîhanê Loûvre ji ber şewba vîrûsa koronayê 3 meh in girtî ye. Lê bi rêya înternetê bi milyonan kesî serdana Loûvreyê kirin.