ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî serdegirtina li studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV wê bêne şopandin.

Parêzer Etîenne Lesage got, "Serdegirtina polîsan a li saziyeke çapemeniyê ya ku deriyê xwe li her kesî vekirî ye, ji aliyê serweriya hiqûqê û demokrasiyê ve cihê fikaran e."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Rojava yê li Elmanyayê Dr. Abdulkerîm Omer got, "Gelê Kurd di sedsala nû de li gel zextan jî wê bi ser bikeve."

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind anî ziman ku rabûna li ber êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Metînayê û nîşandana helwestê ji bo Kurdan ferz e.

Pêwîstiya pênc kampên li Kantona Efrîn û Şehbayê ku bi hezaran kes lê ne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne dayin. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî li pêşberî şert û mercên giran ên gel bêdeng û xemsar in.