ROJEVA 24'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda  Nûçeyan, 24'ê Mijdarê..

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê û geşedanên bi vê ve têkildar wê werin şopandin.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan: Encamên sirûştî yên objektîf Rêbertî û PKK neanî heyînê berevajî, ew encamên sirûştî ku PKK anî heyinê, şêwaza Rêber Apo ya fêhmkirinê û veguherandina wê ya ser jiyanê bû.

-Jin û dostên Kurdan ên li Ewropayê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê wê li gelek bajaran çalakiyan bikin.

-Bi organîzeya gelek saziyên civaka sivîl li Berlînê 1'ê Kanûnê li dijî qedexeya li ser PKK'ê, li dijî nîjatperestiyê û yasaya polîsan wê xwepêşandanek were kirin. Komîteya Amadekar diyar kir, li dijî qedexeya li ser PKK'ê û nîjatperestiyê divê têkoşîn were kirin.

-Endama DAKAP'ê Ceylan Aslan got tundiya dewletê û takekesî ji hev ne cuda ne û diyar kir, ji bo ku ew ji tundiyê re bibêjin na 25'ê Mijdarê wê li qadan bin.

-Pîrozbahiyên ji bo salvegera 41'ê ya PKK'ê wê werin şopandin.

-Xizmên nebediyan weke her Şemiyê vê Şemiyê jî wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.