ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN

Di rojeva 23'yê Mijdarê de mijarên ku derketin pêş

-Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û geşedanên têkilî wan wê werin şopandin.

-Di serî de li Ewropayê, çalakiyên li gelek welat û bajaran ên bi mebesta şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê werin şopandin.

-Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan diyar kir tundiya li ser jinê pergalî ye û bal kişande ser diyarkariya xweparastinê. Garzan got, ‘’Jin hem divê teoriyê û hem jî çalakiyê derxînin holê’’ û got divê jin ji koletiyê êdî rizgar bibin û şoreşê bikin.

-‘‘Hê dema ku nû li çav Rûbar ketim, di dilê xwe de min gotibû, ‘’ha ev e’’. Di dawiya perwerdehiya 3 mehan de jî ev fikra min neguherî. Ew ê bibûya yek ji rojê sereke Çiyager.’’  

-Rêxistinên Kurdistanî ku li Kolnê hatin cem hev, ji bo yekîtiya netewî li Ewropay wê bimeşin û xebatên dîplomasiyê bikin. Platforma  Defend Rojava bang kir ku her kes tevşî meşên meha Kanûnê ya ji bo yekîtiya netewî bibe.