ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Bûyerên têkildarî şewata li navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê wê bêne şopandin.

Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nêzîkatiyeke faşîst û terorîstî ye û got, "Li dijî şert û mercên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin divê têkoşîneke navneteweyî bê meşandin."

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed anî ziman ku ew neçar mane bi sed hezaran penaberan vehewînin û ev yek zorê dide wan.

Jêhat Bager ciwanekî Kurd bû ku ji dîrok, çand, zimanê xwe hez dikir. Ji bo neteweya Kurd û welatê xwe bû şervan. Bi çalakiya xwe ya dawî re nîşan da ku şervanekî çiqasî leheng e.