ROJEVA 22'YÊ KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'yê Kanûnê...
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'yê Kanûnê...
-Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkiî biryara DYA'yê ya vekişîna ji Sûriyê got, ''Operasyona xilaskirina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ye''. KCK'ê got, ''Hevsengên nû wê bike ku dagirkeriya dewleta Tirk hilweşe''.
-Nûçegihan û Koordînatora SAMAR'ê Yuksel Genç got bêdengiya li bara greva birçîbûnê ya Leyla Guven a bi mebesta şikandina tecrîda li Imraliyê 'cînayeta hevpar e''.
- Kurdistanî û dostên wan ku li Strasboûrgê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin, gotin, ji bo ku çalakî bi ser bikeve tişta ku ji dest wan tê wê bikin.
-Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera 40'î ya Komkujiya Meraşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, divê hêzên demokrasiyê tifaqê deynin.
-Dengbêj Yemlîxan Pîrkî diyar kir ku dengbêjî dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin e û got: “Kurdan bi dengbêjiyê çanda xwe geş kirine. Dengbêjî hem dîroka Kurdî ya hatî nivîsîn û hem jî çanda Kurd a devkî ye. Dengbêjiyê dîroka Kurdan zindî hiştiye.”
-Tenduristvanekî Swîsreyî ku li nexweşxaneyeke Heesekê ya leşkerî dixebite, ji bo ku çekan nedin dewleta Tİrk li dijî şîrketên çekan ên Ewropayê banga çalakiyên bêîtîatiya sivîl kirin.