ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabe. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî destnîşan kir ku siyaseta êrîşê wê têk biçe.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan wê serdana Bexdayê bike. Erdogan wê piştre li Hewlêrê hevdîtinan bike.

Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ku wê ji bo Sûrê rêveberiyeke ji cih û xwecihî ava bikin û rewşa dîrokî û çandî ya navçeyê biparêzin.

Li Kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê ku di bin êrîşên dewleta Tirk û ambargoya hikumeta Şamê de ne 14 hezar û 793 xwendekar perwerdeyê dibînin. 179 xwendekar jî li Enstîtuya Şehîd Viyan Amara dibin pispor.