ROJEVA 22'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Adara 2020'an.

Fatîh Kanat ê ÎHD'î diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê girtî hemû di rewşeke metirsîdar de ne û got, "Nabe ku em hêviya xwe bi gavên AKP'ê ve girê bidin."

Kampa Waşokanî ji bo sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn hate avakirin. Hejmara kesên li kampê gihîşt nêzî 10 hezar kesî.

Parlamenterê HDP'î Habîb Eksîk got, kesên ku sûcên destavêtinê û kuştina mirovan kirine ne di nav de, divê girtiyên siyasî hemû ji ber şewba vîrûsa koronayê bên berdan.

Midûrê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Claûde Qûetel diyar kir, tirsa vîrûsa koronayê ji ber xelaya sexte ya bi panîkê hatiye provokekirin mezin bûye.

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku li çiyê gelek zor û zehmetî hene, lê belê bi saya hevrêtiya pîroz a PKK'ê wan astengiyan ji holê radikin.