ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser êrîşên mezin ên li dijî ciwanan û got, ciwanên Kurd fikrê Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas dikin wê li hemberî dijmin gavê neavêjin.
- Endamê Komîteya Zindanê ya PKK'ê Pîro Dersim diyar kir ku li zindanan êşkenceya 'girêdana beraz' rêbazeke nû ye, bal kişand ser tifaqa faşîzma AKP-MHP'ê ya bi Hîzbûlkontra û ev pirs kir: Gelo wê Hîzbûlkontrayan li zindanan bi cih bikin û li dijî hevrêyên me yên li zindanan bêne bikaranîn?
- Hozan Diyar bang li gelê Kurd bi taybetî jî hunermend û rewşenbîrên Kurd kir: Bi helwesteke Kurdewarî em dikarin pêşî li xiyaneta PDK'ê bigirin, bêbandor bikin. Em nehêlin ku kes bi qedera me bilîze.
- Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Kurdistan di sala 1923'an de lê hate parçekirin, di navbera 23-24'ê Îlonê de wê bi navê 'Sefaretiya cîhaneke nû: Kurdistan' projeyeke siyasî û hunerî ji bo du rojan pêk were.