ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, bê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Dr. Akîf Kobanê, ku ji şerê Kobanê û vir ve tevlî hemû pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bûye, bang li doktorên ku bi sonda Hîpokrat dilsoz in û saziyên alîkariyê kir ji bo destekê bidin gelê Bakurê Sûriyeyê.
- Karkerên jin ên li zeviyên pîvaz, roka û bexdenûs ên li Bexçeyên Hewselê rojane bi 35 TL'yî dixebitin, gilî û gazinan dikin ku ew nikarin heqê keda xwe bigirin.
- 94 şaredariyên DBP'ê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. 90 ji sedî yê hevşaredaran hatin destgîrkirin. 56 hevşaredar dîl tên girtin. Qeyûm bûne amûrek ji bo Tirkkirinê.
- Sosyal demokratên Elman ku meha bihurî lîder û rêveberiya xwe ya nû hilbijart, li gorî anketan hê jî kêm dike. Li nava rêveberiya SPD'ê ku rêjeya dengê wê daketiye 17 ji sedî, "dengê dijber" derdikeve.