ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên pê re têkildar wê bên şopandin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku li gel Kurdistana parçebûyê û zor û zehmetiyên seknên cuda yên siyasî, pêkanîna yekîtiya neteweyî pêkan û şert e.

Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir, rewşa girtiyên siyasî meseleyeke tenduristiyê, hiqûqî û polîtîk e û destnîşan kir ku divê mafê tenduristiyê esas bê dîtin.

Parêzerên Erdogan ku ji bo konferansa Lîbyayê pêr çûn Berlînê, êriş birin ser jinekê ku çalakiya bêîteatiya sivîl dikir.

Li gorî rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî, emîr Mûhammed Abdulrahman El Mevla ku bi rola xwe ya di komkujiya Êzidiyan de tê naskirin, li şûna Bagdadî hatiye wezîfedarkirin.

Hate ragihandin ku li dijî Herêma Kesk a Bexdayê êrişek bi roketan hatiye kirin û gelek roket li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ketine.

Hate îdîakirin ku li Fransayê plana êrişeke ku tê gotin ji Fransa û Sûriyeyê hatiye birêvebirin hatiye têkbirin.