ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2020'an.

Herêma Şehbayê dorpêçkirî ye; derfet kêm in, derman û malzemeyên paqijiyê bi zorê peyda dibin, lê tevî vê yekê jî hewl didin xwe li dijî şewbê biparêzin.

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr got, "Cara yekê ye ku em ê Newrozê bi rengekî girseyî pîroz nekin. Lê belê li her cihî em ê bi agirê Newrozê xwedî li piştevaniyê derkevin."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang kir, ku bi rê û rêbazên afirîner û bi bandor Newroz bê pîrozkirin.

Piştî belavbûna şewba vîrûsa koronayê alîkariya ji bo penaberan hate rawestandin. Hişyarî tê kirin ku bi vê yekê re dibe ku penaber bi rengekî komî bimirin.