ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ber tecrîdkirina muwekîlê xwe Ocalan rabûn û gotin, "Tevî şert û mercên girtîgeha giravê ku bandoreke neyînî li ser tenduristiya muwekîlê me dike, bi birîna têkiliya bi derve re tecrîdeke mutleq li muwekîlê me tê ferzkirin."

Gerîlayên YJA Starê yên tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bûn gotin, ew ê ti carî rê nedin hêzên Tirk ku bi hêsanî li vê xakê bigerin û wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel diyar kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî dijwar pêk tê û ev şe rji gelek aliyan ve weke şerê cihanê tê bi nav kirin. Temel da zanîn ku çar parçeyên Kurdistanê ketine li ber pêla şer û got: “Di vî şerî de deskeftiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Ji bo Kurd pêşiya êrîşan bigrin, divê yekitiya xwe ava bikin.”

Tevî ku hikumeta Tirk bi reklama projeyên mezin hewl dide nîşan bide ku krîza aboriyê nîne, li Tirkiyeyê 'bazarên kevnefiroşan' mezin dibin.

Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) ku wê lîderên cîhanê lê kom bibin, wê di bin siya çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo avhewayê dest pê bike.