ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2020'an.
Rewş û bûyerên têkildarî pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wê bê şopandin, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin.
Bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê wê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.
Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir, tevî ku 27 sal di ser Komkujiya Madimakê re derbas bûne kujer hîn jî bi rehetî digerin û got, ew dixwazin kujer bên darizandin.
Ji fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç destnîşan kir ku nûbûn ne tenê ji aliyê leşkerî, her wiha di asta fikir û biryardariyê de jî xwe nîşan dide û got, "Serketina li Heftanînê nîşaneya guherîn û nûbûnê ye."
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê û Hevşaredara berê ya Akdenîzê Yuksel Mûtlû diyar kir ku tundiya li jinê divê li dinyayê rojeva sereke be û got, eger tênekoşin wê zext û tundî zêdetir bibin.
KON-MED'ê ragihand, ku ji bo şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy ku wê îro li Berlînê bin, çalakiyên şermezarkirinê li dar bixe.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî salvegera Komkujiya Madimakê daxuyanî da û diyar kir ku li Otela Madimakê di heman demê de mirovahî bi saxî şewitandin.
Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê bang kir ku ji ber şewba Covîd-19 û şerê tê meşandin, kes ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê.
Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Mûrat Melet bal kişand ser noqbûna keştiya penaberan a li Gola Wanê û got, "Berpirsyarê mirina penaberan hikumet e ku salên dawî penaberan weke amûreke bazara siyasî bi kar tîne."
Li navçeya Bêgiriyê piştî ku sala 2018'an asfalt li ser Pira Şeytan a Dîrokî hate rijandin, biryar hate dayin ku pir ji nû ve bê çêkirin. Bi vê biryarê re fikar hene ku makînayên kar hîn bêhtir zerarê bidin pirê.
Li Kolombiyayê, tê gotin ku endamên artêşê ji sala 2016'an ve li dijî zarokan bi sedan carî sûcên zayendî kirine.