ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2018'an.
- Encamên civîna Konseya Rêveber a KNK'ê bi danezanekê hatin eşkerekirin.
- Parêzer Eren Keskîn gefên Suleyman Soylû nirxand û got, "Dema ku min gotinên wî bihîst, yekser Esat Oktay Yildiran kete bîra min." Zimanzan Necmiye Alpay jî got, "Ev yek pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka paşerojê nîne, pirsgirêka rêveberiyê ye."
- Di ser komkujiya Madimakê re 25 sal derbas bûn ku 33 kes bi rengekî hovane lê hatin kuştin. Hîn jî bersiv ji daxwaza edaletê re nehatiye dayin.
- Xwişka fermandar Nûman Amed, Delîla ku sala 2013'an piştî şehadeta kekê xwe tevlî nava refên gerîla bû got, "Min kekê xwe qet nedît, lê mîna ku timî bi min re bû. Ji ser serê çiyê dikim qîrîn; Keko ez li vir im!"
- Eşkere bû ku li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kirine û şewitandine.
- Hejmara Tîrmehê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin, bi manşeta "Hemû bend wê bên derbaskirin" derket.
- Li daristana Marîposa ya li parka xwezayî Yosemîte ya Kalîforniyayê, 500 darên sekoya hene. Hinek ji wan beriya niha bi 2 hezar salî di dema Îsa pêxember de şîn bûne. Li dijî gefên tûrîstan tevdîr hatin girtin.