ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin."
Zanyarê siyasetê û nivîskar Dr. Dario Azzelini got, "Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re tê xwestin, ku civaka li Tirkiyeyê bi temamî bê bêdengkirin."
Serokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rengekî neqanûnî tevdigere, lewma grevên birçîbûnê jî ber bi asteke krîtîk ve diçin.
Rojnameya Serxwebûn ku mehane tê weşandin, bi hejmara xwe ya 417'an gihîşte ber destê xwendevanan. Rojname di meha Adarê de bi vê manşetê derket: "Berxwedana 8'ê Adarê di Newrozê de derbasî asta herî bilind bû û gihîşt Rêbertî."
Kêzik û cûreyên din ên talanker ku bi germahiya globla re her sal zêdetir dibin, li ser cihêrengiya biyo ya li cîhanê gefeke mezin e.