ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Nîsana 2020'an.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê diyar kir, "Bi tevdîrên kêm û xemsar, nabe ku em xwe û civaka xwe li hemberî vîrûsa kujer bêparastin bihêlin" û destnîşan kir ku divê vîrûs biçûk neyê dîtin.

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed diyar kir ku malbata wî jî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinê û got, "Malbatên me bi taybetî dayikên me divê ne li dijî me bin, divê bi me re bin."

"Her roja fîlmê Bêrîtan mîna dîrokekê bû... Fîlm gihîşt her mala ku diviyabû bigihişta. Ya rast me bi rêya vî fîlmî nirxên xwe yên dîrokî radestî civakê kirin."

Pandemiya vîrûsa korona Covîd-19 li tevahiya cîhanê li milyonek mirovî geriya. Hejmara qurbaniyan 46 hezar kes derbas kir.

Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin hejmara xwe ya 203'emîn weşand. Kovar ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser înternetê hate weşandin.